ÎZMÎR – Keçeke xwe kuşt, yek birîndar kir û xwest xwe bikuje

02-04-2024
Nîşan Îzmîr Zarok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Karabaglarê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, Umut Akbaşê 34 salî şeva borî piştî ku keçeke xwe kuşt û yek jî birîndar kir gule berda serê xwe.

Li Taxa Abdî Îpekçiyê ya Karabaglarê, Umut Akbaş li mala xwe bi demançeyê gule berdan keçên xwe Seda Akbaşa 10 salî û Tugçe Akbaşa 6 salî.

Akbaş piştre bi heman demançeyê gule berda serê xwe û hewla da xwe bikuje.

Li ser agahîdayîna cîranan tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman Umut Akbaş û her du keçên wî veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bozkayayê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Katîp Çelebiyê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê jî Tugçe Akbaşê canê xwe ji dest da.

Tedawiya Umut Akbaş û Seda Akbaşê jî berdewam dike.

Tê îdiakirin ku pirsgirêkên derûnî yên Umut Akbaş hebûne û demek e ew û hevjîna xwe cuda dijîn.

Akbaş bi rêya mirovên xwe xwestiye ew û hevjîna xwe li hev werin lê hevjîna wî daxwaza wî red kiriye.

Akbaş ji hevjîna xwe xwestiye ku demekê li malê bi zarokên xwe re bimîne û vê bûyerê rû daye.

Dema bûyerê hevjîna wî ne li malê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst