Namzeda serbixwe ya 22 salî bû seroka şaredariyê

Hewlêr (Rûdaw) – Zeynep Çelîka 22 salî bû seroka şaredariya bajarokê Kalkimê yê Çanakkaleya Tirkiyeyê.

Li gorî nûçeya DHAyê, Zeynep Kalkim li bajarokê Kalkimê yê navçeya Yenîceyê ya Çanakkaleyê bûbû namzeda serbixwe.

Zeynep Çelîk di hilbijartinên 31ê Adarê de bi ser ket û bû seroka Şaredariya Kalkimê.

“Ev serkeftin a me hemûyan e”

Zeynep Çelîkê piştî diyarbûna encaman, bi rêya hesabê xwe yê Xê got:

“Barê stûyê min e ku ez pênc salên pêşiya me her roj xizmetê bînim ji gelê me re û ez dê layiqî we bim.

Ev serkeftin a me hemûyan e.”