Kiliçdaroglu: Me biryar daye di warê başiyê de rikeberiyê bikin

02-04-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî û yên serokkomariyê yên Tirkiyê rikeberiya berbijêrên serokkomariyê jî zêdetir bûye û hevdû bi zimanekî tûnd tohmetbar dikin.

Hevpeymaniya Millet ji bo proseya propagandeya hilbijartinan biryar daye ku ne bi zimanekî dijminatî, lê rikeberiya xwe di warê başiyê de bikin.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu li parêzgeha Stenbolê beşdarî bernameya fitarê ya Partiya Saadetê bû û derbarê mijarên di rojevê de axivî û amaje bi bikaranîna zimanê tûnd yê partiyên siyasî da ku dê ew vê yekê nekin.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu got “Partiyên siyasî ne dijminên hevdû ne. Me biryar daye ku ne di dijminantiyê de, di başiyê de rikeberiyê bikin. Dema rikeberiya me ji bo başiyê be em dê aramiyê, bereketê bînin Tirkiyê”

Ligel helwesta Hevpeymaniya Millet, Serokkomarê Tirkiyê ku berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur e li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê careke din bêyî ku navê HDPê bide Kiliçdaroglu bi hevkarîkirina PKKê tohmetbar kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje “Bay Bay Kemal, tu di himbêza terorîstan de yî. Tu baş li ser maseyê rûniştî. Ji bo Bay Bay Kemal ji Qendîlê silav tên, dibêjin em dê bihevre bimeşin. De bimeşin ka hun dê bikaribin heta ku derê biçin.”

Serokê Partiya Saadetê ku yek ji partiyên Hevpeymaniya Millet e jî piştgirî da Kiliçdaroglu ku bi awayekî aştiyane ev prose bê birêvebirin.

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ragihand “Siyasetmedar ne grupên dijminên hevdu ne. Dema tiştek çêbû, tiştek hat gotin erkê me divê ne tometbarkirin be, ne êrîşkirin be.”

Tenê ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê 42 roj mane û rikeberiya navbera partiyên siyasî jî di warên cûda de berfirehtir dibe. Partiyên siyasî bi taybetî li ser mijarên olî, yekparçeyiya dewletê û polîtîkayên derve zimanekî tûnd bikar tînin daku rêjeya dengên xwe zêde bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst