Li Stenbolê hêzên ewlekariyê dest danîn ser 4 hezar lître alkola sexte

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di operasyonekê de li 2 navnîşanan, hêzên ewlekariyê dest danîn ser 4 hezar lître alkola sexte. Herwiha 2 kes jî bi tohmeta berhemanîna alkola sexte hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan tîmên Rêveberiya Şaxa Rûbirûbûna Tawanên Organîze û Qaçaxçîtiyê ser bi Fermandariya Cendermeyan a Stenbolê li ser agahiya ku çend kes li Stenbolê alkola sexte berhem tînin û dixin nav bazarê operasyonek dan destpêkirin.

Tîmên cendermeyan di çarçoveya operasyonê de li navçeya Avcilar bi ser 2 navnîşanan de girtin û bi giştî dest danîn ser 4 hezar lître alkola sexte. Hat ragihandin ku li wan herdû navnîşanan du kesên bi navên Z.Y. û C.Ç jî bi tohmeta berhemanîna alkola sexte hatine destserkirin.

Di mehên dawî yên sala 2021ê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mirina ji ber alkola sexte bi awayek berçav zêde bûbû, bi aweykî tenê di meha Kanûnê de 84 kesan ji ber alkola sexte canê xwe ji dest dabûn.

Desthilata Tirkiye di şeva sersalê de her cor vexwerinên bi alkol û cigare ji sedî 47 biha kir. Li Tirkiye para baca alkolê di nava ya giştî de 3.5 e. Sala derbasbûyî li nav Tirkiyê nêzika 39 milyon lître alkol hatiye firotin. Ew rêje di sala 2011ê de 48 milyon bû. Bihabûn li hêlekê bikaranîna alkola yasayî kêm lê ya sexte zêde dike.