Gotineke Erdogan dîsa pêvajoya çareseriyê xiste rojevê

Enqere (Rûdaw) - Gotina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a "Eger ku dê yên li serê çiyê bi xweşî bi siyasetê re eleqedar bin, bila bibin" bû sedem ku proseya çareseriyê dîsa were rojevê. Tê gotin ku beriya hilbijartinan dibe ku AK Partî ji bo dengên Kurdan proseyeke nû bide destpêkirin. Lê li gorî HDP'ê hikûmet bi çêkirina bendewariyên proseya çareseriyê dixwaze Kurdan bixapîne.

 

Ji nû ve dest pê akirina proseyeke nû ya çareseriya kêşeya Kurd careke din di rojeva Tirkiye de ye.

 

Li gorî rapirsiyan, ji ber îtifaqa bi MHPê re û politikayên dawî yên li dijî kurdan dengên AK Partiyê kêm bune. Tê gotin ku AK Partî dê ji bo piştevaniya Kurdan bi dest bixe ji nû ve dest bi proseya çareseriyê bike.

 

Daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan jî bendewariyên proseyeke nû zêdetir kir ku Erdogan gotibû: "Eger ku dê yên li serê çiyê bi xweşî bi siyasetê re eleqedar bin, bila bibin". 

 

Li gorî HDPê hikûmet dixwaze di nava gel de bendewariyan çêbike û bi vî awayî biçe hilbijartinan.

 

Derbarê vê mijarê de Berdevkê HDPê  Ayhan Bîlgen ji Rûdawê re wiha got: “Pêwîst e êdî gavin berçav werin avêtin di kêşeya Kurd de. Gava em li kirinên îro dinêrin rexneyên sivik ên siyasetmedaran jî wek heqaret tên qebûlkirin, ev wek sedema xistina parlamenteran tê hesibandin. Di vê rewşê de mirov nikare pê bawer bike ku dibêjin bila yên li serê çiyê çekan berdin û werin.”

 

Faruk Unsal jî parlamenterê berê yê AK Partiyê ye û di dema proseya çareseriyê de yek ji endamên şanda aqilmendan bû. Ew jî niha rexne li politikayên hikumetê yên derbarê Kurdan digire. 

 

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Faruk Unsal wiha axifî: “Desthilatiya AK Partiyê bi şirîkatiya MHPê dixwaze şer bibe Minbicê, Kobanî û Sîncarê. Mixabin ku ti nîşaneyên proseyên derbarê  Kurdên tirkiyê de  ez nabînim.

 

Proseya çareseriyê di sala 2012an de dest pê kiribû û di sala 2015an de jî bi dawî hatibû.