'Divê cîhan rêyeke çareseriyê ji şerê Xezeyê re bibîne'

02-03-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê
A+ A-

Antalya (Rûdaw) - Sêyemin Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê li navçeya Belekê ya Antalyayê dest pê kir.

Di foruma îsal de 19 welatan di asta serok û serokwezîran, 73 welat di asta wezîran de beşdar bûn û 57 nûnerên navneteweyî beşdarî forumê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi awayekî fermî ji bo forumê hat vexwendin. Mijara foruma îsal rola diplomasiyê ye.

“Cara yekem e Amerîkaya Latîn dê bibe beşek ji danûnstandinan”

Sekreterê Yekem ê Balyozxaneya Kolombiyayê Javier Fernando Garcia Botero got:

“Ez gelekî kêfxweş im ku beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bûm.

Em wekî Kolombiyayê cara yekem e bi coş beşdar dibin. Ji ber ku ev cara yekem e Amerîkaya Latîn dê bibe beşek ji danûnstandinan.

Em hewl didin xwe bi mijaran ve girê bidin û em kêfxweş in ku em li vir in.”

Konsulê Tirkiyeyê yê Letonyayê Nurkan Şaşmaz diyar kir, “Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ji bo Antalya û Tirkiyeyê karekî baş e.

Di gotarên Wezîr û Serokkomar de jî xuya dike ku Tirkiye bi rêya vê forumê dîmenekî nû nîşan dide.”

Di foruma îsal de bi giştî ji 147 welatan zêdetirî 3 hezar beşdaran amade bûn.

Di forumê de ji bilî pirsgirêk û qeyranên cîhanî, gelek mijarên wekî guherîna avhewayê, koçberî, dijberiya Îslamê, şerê bazirganî û hişê çêkirî têne nîqaşkirin.

Balyozê Estonyayê Vaino Reinart jî anî ziman, “Ev cara yekem e ku ez beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê dibim.

Ez hêvî dikim ku derfet hebe hevkarên xwe yên ji çar aliyên cîhanê re bicivim. Beşdariyeke zêde heye.”

“Divê cihan rêyekê ji bo çareserkirina wan bûyerên niha rû didin bibîne”

Parlamenterê Ganayê Dr. Alfred O. Vanderpuije wiha axivî, “Tiştekî baş e ku Tirkiye bi serokatiya xwe bikaribe me hemûyan di vê forumê de bicivîne.

Dema ku em li şerê Rûsya û Ukraynayê dinêrin, dema ku em li şerê Xezeyê yê di navbera Hemas û Îsraîlê de dinêrin li wan deverên karesatan ên cîhanê rû didin temaşe dikin.

Divê em rêyekê peyda bikin û divê cihan rêyekê ji bo çareserkirina wan bûyerên niha rû didin bibîne.

Ez wiha dibînim ku ev forum yek ji rêyên gihîştina lihevhatinekê ye ku ji bo bidawîkirina van pirsgirêkan bi dewletên bihêz ên cîhanê re kar bikin.”

“Divê em werin cem hev û aştiyê ava bikin”

Parlementerê Ganayê Welham Qudessanti jî got, “Destpêkê spas ji Serokkomarê Tirkiyeyê û Wezîrê Karên Derve re ku ev forum li dar xistiye.

Ev forumeke xweş û hêja ye. Eger hûn li pirsgirêkên ku li cîhanê rû didin binêrin, şerê Rûsya û Ukraynayê û şerê Xezeyê gelek tişt rû didin.

Ev dibin sedema nearamiyê, ji ber vê yekê divê em werin cem hev û aştiyê ava bikin. Forumeke xweş û hêja ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di forumê de bi serkirde û wezîrên welatan re beşdarî civînan bibe.

Di civînan de dê pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê yên bi van welatan re, rewşa Îraqê û pêşhatên herêmê bên gotûbêjkirin.

3yemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) dê heta 3yê mehê berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst