Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomarê Bulgaristanê re civiya

02-03-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Rumen Radev Bulgaristan Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina ligel Serokkomarê Bulgaristanê Rumen Radev de ji Bulgaristanê xwest ku asta nûnertiya xwe ya li Herêma Kurdistanê zêde bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Serokkomarê Bulgaristanê Rumen Radev re civiya.

Serokatiya Herêma Krudistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Bulgaristan û Îraq û Herêma Kurdistanê yên di warên aborî, bazirganî, çandî, werzişî, geştyarî û çandiniyê de kirin.

Herwiha li ser îmkanên zêdetir hevkariyên dualî yên di warê zanîngeh û xwendina bilind û geştên asmanî yên di navbera Bulgaristan û Îraqê û Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.

Herwiha mijara zêdekirina nûnertiya Bulgaristanê ya li Herêma Kurdistanê mijareke civînê bû.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku “Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên li gel welatên dost ên Ewropayê.

Herwiha daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina hevkariyên ligel Bulgaristanê wekî welatekî dost û endamekî Yekîtiya Ewropayê nîşan da û ji ber wê jî daxwaz ji Bulgaristanê kir ku asta nûnertiya xwe ya li Herêma Kurdistanê zêde bike.

Sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê îro dest pê kir û dê heta 3yê Adarê berdewam bike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê serpereştiya forumê dike.

Serok û serokwezîr û rayedarên 147 welatan beşdarî forumê dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji mêvanên forumê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Antalyayê di çarçoveya forumê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyabû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst