'Bidawîhatina şer ne di berjwendiya Netanyahu de ye'

02-03-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê roja înê bi sernavê "Di Dema Krîzan De Girîngîdayîna Dîplomasiyê" dest pê kir.

Yekem roja forumê taybet bi şerê Xezeyê bû.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo agirbestê û bidawîanîna şer banga berpirsyariyê li civaka navneteweyî kir lê di wê mijarê de gilî û gazinên welatên Rojava hebûn.

“Tişta li Xezeyê çêdibe ne şer e hewla qirkirinê ye”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Ew cihê ku sîstema navneteweyî alaya xwe ya îflasê lê bilind kiriye bûye Xeze.

Li Xezeyê tenê jin û zarok û welatiyên sivîl bi awayekî hovane nehatine kuştin herwiha baweriya bi milyonan kesan bi sîstema navneteweyî û dadperwerî û yasayê nemaye.

Hêzên rojavayî ji roja yekem ve bêyî merc piştevaniya Îsraîlê dikin. Bi siyaseta durû hevbeşên wê xwînê ne ku tê rijandin.

Tişta li Xezeyê çêdibe ne şer e hewla qirkirinê ye. Civaka navneteweyî ew deynê xwe yê ku li gelê Filistînê heye tenê dikare bi damezrandina dewleta Filistînê bide.”

19 serok û serokwezîr, 73 wezîr ku piraniya wan wezîrên derve û enerjiyê ne, 57 serok û nûnerên navneteweyî bi giştî derdora 4 hezar û 500 mêvan ji 147 welatan di forumê de beşdar in.

Îsraîl ku aliyê din ê şer e ji bo forumê nehatiye vexwendin lê Wezîrê Karên Derve yê Filistînê amade bû.

“Bidawîhatina şer ne di berjwendiya Netanyahu de ye”

Wezîrê Karên Derve yê Filistînê Riyad El-Malîkî wiha anî ziman, “Netanyahu dizane bidawîhatina şer ne di berjwendiya wî de ye.

Bi rastî dibe ku bibe dawiya wî û kariyera wî ya siyasî. Vê yekê dizane. Sedema ragihandina şer ji aliyê Netanyahu ve ne tolhildan e garantîkirina kariyera xwe ya siyasî ye.

Hemû Îsraîlê rehîn digire. Filistîniyan û hemû navçeyê ji bo berjwendiyên xwe yên şexsî rehîn digire. Li Îsraîlê jî xelk hêdî hêdî vê yekê fam dike. Dizanin ku armanc ev e.”

Mijarên forumê

Forum rojên Şemî û Yekşemê jî berdewam dike û ji 52 panelan pêk tê.

Şer, teror, Îslamofobî, koç, metirsî û bandorên guherîna avhewayê, karesatên xwezayî, metirsiyên hişê çêkirî, bazirganî û çend mijarên din pirsên sereke ne ku di forumê de tên gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi fermî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye vexwendin û di forumê de amade ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst