Hevpeymaniya Millet: Em gihiştin têgihiştina hevbeş

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Millet ku ji 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê pêk tê, dê roja 6 Adara 2023ê berbijêrê xwe yê serokkmariyê eşkere bike.

Roja Pêncşemê 2ê Adara 2023ê Hevpeymaniya Millet li navenda Partiya Saadetê, bi armanca diyarkirina berbijrê hevbeş bo posta serokkomariyê civiya.

Piştî civînê bi îmzeya serokên 6 partiyan daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dê derbarê berbijêrê serokkomariyê de roja 6ê Adara 2023ê daxuyaniya dawî bê belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek serokên partiyên siyasî yên Hevpeymaniya Millet, derbarê hilbijartinên 28emîn Heyama Parlamentoya Tirkiyê û 13emîn Serokkomariyê û nexşerêya pêvajoya derbasker gihiştin hevtêgihiştineke hevbeş. Piştî ku serokên giştî zanyariyan bidin lijneyên desthilatdar ên partiyan, ji bo ku daxuyaniya dawî bi rayagiştî re bê parvekirin dê 6ê Adara 2023ê bi mazûvaniya Partiya Saadetê careke din bicivin.”

6 partiyên opozîsyona Tirkiyê ku ji Partiya Gel a Komarî (CHP), ÎYÎ Partî, Partiya Pêşerojê, Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê, Partiya Demokrat û Partiya Saadetê pêk tên heta niha bo serokkomariyê berbijêrekî hevbeş diyar nekirine. Di demekê de ku tê çaverêkirin hilbijartin di 14ê Gulana 2023ê de bêne kirin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dixwaze bibe berbijêrê serokkomariyê û berpirsên CHPê vê yekê bi eşkereyî tînin ziman. Lê tê îdiakirin ku ÎYÎ Partî li dijî berbijêriya Kiliçdaroglu ye û dixwaze Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqerê Mansur Yavaş bibe berbijêrê hevbeş ê Hevpeymaniya Millet.