Li Tekîrdagê agir bi ferîbotekê ket 30 kes jehrî ketin gelek otomobîl şewitîn

02-03-2023
RÛDAW
Nîşan Tekîrdag Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Derya Sipî peravên parêzgeha Tekirdag a Tikriyê êgir bi Ferîboteke otomobîlan ket û 30 rêwî bi domanê jehrî ketin.

Ferîbot a ku ji Bandirman diçû Tekîrdag îro pêncşemê 2ê Adarê 2023ê ji ber sedemek nediyar agir bi otomobîlên di ferîbotê ket û gelek otomobîl şewitîn. Di encama vî agirî de 30 rêwiyî ji ber domanê bi jehrî ketin.

Li gor agahiyan agir ji otomobîlekê despêkiriye û piştre derbasî otomobîlên din bûye.

Li ser agahdarkirinê Tîmên Ewlekariya Peravan û Berevaniya Şaristanî bo cihê bûyerê hatine şandin û piştî demekê agir vemirandine.

Di encama vî agirî de gelek otomobîlan zerer dîtiye û 30 rêwî jî bi domanê jehrîketine û ji aliyê tîmên tendirustiya peravan ve bû nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst