PAK bo CHPê: Heta Pirsa Kurd çareser nebe demokrasî pêk nayê

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Enqerê serdana Partiya Komarî ya Gel (CHP) kir. PAKê ji CHPê re got: “Tecrubeya 99 salî ya Dewleta Tirkiyê jî îspat kiriye ku heta pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebe, li Tirkiyê jî demokrasî pêk nayê.”

Ofîsa Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ragihand ku şandeke wê partiyê îro 2yê Adara 2022yan li Enqerê li  Navenda Giştî ya CHPê hevdîtinek pêk anî ku li ser daxwaza PAKê bûye.

Di daxuyaniya de hat gotin ku PAKê ji bo ku daxwazên acîl ên miletê Kurd bi AK Partî, CHP, Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Saadetê re parve bike, bi awayekî fermî di sala 2021ê de ji van partiyan randewû xwestiye û heta niha ti partiyan ev daxwaza hevdîtinê red nekiriye, lê hinek partiyan gotine di demeke guncav de dê ev hevdîtin pêk were.

PAK dibêje wan biryar daye ku paşê ji bo ku bi HDP û bi hinek partiyên din re jî “Bernameya Daxwazên Acîl” parve bike, dê daxwaza hevdîtinê li wan bike.

Di hevdîtina li gel CHPyê de, heyeta PAKê ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur û Kasim Ergun pêk hatibû.

Li ser navê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Cîhgirê  Serokê Giştî yê CHPyê Oguz Kaan Salci pêşewazi li şanda PAKê kir.

PAKê da zanîn ku di hevdîtinê de, derbarê doza girtinê ya xwe de agahdariyên berfireh daye û di çerçoweya azadiya fikrî û rêxistinî de daxwaz ji CHPê kir ku li himberî vê doza girtinê helwestê nîşan bidin.

Li gor daxuyaniyê di berdewamîya hevdîtinê de, “şanda PAKê bi awayekî zelal nerazîbûna xwe di derbarê operasyonên leşkerî yên dewleta Tirkiyê de anî ziman û got divê şer rawest e, divê PKK jî dawî li çalakiyên xwe yên çekdarî bîne û divê rêya diyalog û çareseriya siyasî ji bo hemû aliyên Kurdan bê vekirin.”

Şanda PAKê,  bi nivîskî Bernameya Daxwazên Acîl ya ku ji 18 madeyan pêk hatî pêşkêşî CHPyê kir û bi kurtayî di derbarê  van daxwazên acîl ên miletê kurd û nêrînên PAKê de wiha got:

“Me di roja 18.10.2020ê de li Enqereyê Kongreya 2yemîn a Asayî ya PAKê li dar xist û di vê kongreyê me Bernameya Daxwazên Acîl a ji 18 xalan pêk hatîye jî tesbît kir. Tecrubeya 99 salî ya Dewleta Tirkiyê jî îspat kiriye ku heta pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebe, li Tirkiyê jî demokrasî pêk nayê. Ji ber vê rastiyê jî, em dibêjin ji bo rê li ber çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe, ji bo rê li ber pêkanîna demokrasiyê vebe, demildest van daxwazên acîl divê bicîh bibin. Van 18 xalên daxwazên acîl em dikarin bi kurtayî weha terîf bikin:

Divê nasnameya miletê kurd, di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Dewleta Tirkiyê de bêne qebûlkirin. Divê di Qanûna Bingehîn a Tirkiyê û di hemû qanûnên din de astengî û qedexeyên li ser navê Kurdistanê ji holê rabin. Divê zimanê kurdî (Kurmancî, Zazakî/Kirmanckî) bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê û divê herdu maf jî di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên peywendîdar de bêne bicîh kirin. Divê  hemû astengî û qedexeyên li pêşîya azadiya ramanî, dînî û rêkxistinî bêne rakirin. Divê destûr û qanûn rê bidin ku dezgeh û partiyên bi navê Kurdistanê bêne avakirin. Divê hemû maf û azadî di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din de bêne garantîkirin. Divê Dewleta Tirkiyê dawî li hemû doz û daweyên yasayî yên li ser kesên ku ji ber xebatên xwe yên siyasî, ji ber nivîs, û gotar û axaftinên xwe,  ji ber parvekirinên di medyaya sosyal de hatine vekirin, ceza li wan hatine birîn bîne û divê hemû girtiyên siyasî derhal bêne berdan. Divê Dewleta Tirkiyê, hemû  peymanên navnetewî bi cih bîne û divê hemû şerhên xwe yên daniye ser ‘Krîterên Rêveberîyên Otonom yên Ewropayê’, ‘Peymana Mafên Zarokan’ û hemû peymanên din yên navnetewî rake û van peymanan bêkêmanî bi cih bîne. Divê Dewleta Tirkiyê Madeya 90emîn a Qanûna Bingehîn a Tirkiyê bicîh bîne.”

Herwiha hat gotin ku Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Ogûz Kaan Salci jî bixêrhatina heyeta PAKê kir û di derbarê rewşa Tirkiyê, herêmê û rûdanên ku li cîhanê rûdidin de bîr û rayên CHPê anî ziman û derdu aliyan jî girîngiya berdewamiya diyalogên di navbera  herdu partiyan de anîn ziman.