Kiliçdaroglu berbijêra serokwezîr eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di bernameyeke televîzyonî de derbarê berbijêrên postê serokwezîr û serokkomar ên di hilbijartina bê ya Tirkiyê de axivî û got "Berbijêra me ya serokwezîr Meral Akşener e.” Kiliçdaroglu li ser berbijêriya xwe ya bo postê serokkomariyê jî ragihand "Eger serokên partiyan bibêjin bibe berbijêr ez dê bibim.”

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro 2ê Adara 2022ê beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û derbarê pêşhatên dawî yên siyaseta Tirkiyê û pêşhatên dawî yên şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de axivî.

Kiliçdaroglu di mijara Ukraynayê de behsa egera destpêkirina rûbrûbûn û aloziyên Tirkiyê ligel Rûsyayê û bandorên wê yên nerênî li ser Tirkiyê kir û got "Em ji Rûsyayê genim, gaza xwezayî û berhemên petrolê hawirde dikin. Em gelekî bi Rûsyayê ve girêdayî ne. Eger em sibe ligel Rûsyayê dest bi rûbrûbûnan bikin û Rûsya şartêlan daxîne em dê perîşan bibin.”

Kemal Kiliçdaroglu herwiha derbarê postên serokwezîr û Serokkomarê Tirkiyê bo hilbijartinên siberojê yên Tirkiyê de jî  axivî. Serokê CHPê ku biryar daye di hilbijartina bê de ligel 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê hevahengiyê bike, li ser berbijêrê postê serokkomariyê di wê hilbijartinê de diyar kir “Herkes dixwaze bibe serokkomar, lê kî dê bibe bebijêr li ser vê yekê di nav serokan (serokên 6 partiyan) de ti gotûbêj nehatine kirin. Eger serokên partiyan bibêjin bibe berbijêr ez dê bibim berbijêr.”

Kemal Kiliçdaroglu herwiha ragihand ku di hilbijartinên bê de berbijêra wan a serokwezîr jî, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener e.

Ev di demekê de ye serokên her 6 partiyên opozîyonê biryar dane ku di çarçoveya “Sîstema Parlamenteriya Bihêz” di hilbijartinên bên ên Tirkiyê de hevahengiyê bikin û desthilata AKPê û MHPê bi dawî bînin. Lê HDP ku sêyemîn fraksiyona herî mezin a Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartinan de bandoreke wê ya girîng li ser diyarkirina desthilatê heye, bo vê hevahengiya partiyên opozîsyonê nehat vexwendin û ne di nav wê blokê de ye.

Roja 28ê Sibatê Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroglu, Seroka İYİ Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVA Ali Babacan û Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal li Enqerê civiyan û danezana “Sîstema Parlamenteriya Bihêz” îmze kirin. Danezana “Sîstema Parlamenteriya Bihêz` ji 42 rûpelan pêk tê û bi hevbeşiya berpirsên her şeş partiyan hatiye amadekirin.