Erdogan îro karnameya taybet bi mafên mirov radigihîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan îro di merasîmekê de ku bi amadebûna serokên giştî yê partiyên siyasî birêve diçe, karnameya taybet bi mafên mirov li Tirkiyê rabighîne.

Ew karname ji aliyê Wezareta Dadê ya Tirkiyê ve bi dirûşma (Takê Azad, Civaka Bihêz û Tirkiyeke Demokratir) hatiye amadekirin.

Di merasîmê de ji xeynê serokê partiyên siyasî, serokê parlemana Tirkiyê Mistefa Şentop, balyozên welatan, nûnerê Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, dadgeha mafên mirov ya Ewropa, herweha serokên rêkxistinên sivîl, serokê zanîngeh û ragirên kolêjan, ekademist û yasayanas û rojnamevan beşdarî merasîmê dibin.

Karnameya ku wê bê ragihandin 9 armanc û 11 prensîpên wê hene.

Prensîpên Sereke yên Karnameya Mafên Mirov li Tirkiyê;

- Mirov ji dema jikayîkbûnê ve bi wan mafan ve dijî ku dest jê nehatine bedan. Armanc û erkê dewletê parastin û pêşxistina wan mafan e

- Şerefa mirov weke gewhera hemû mafan e bi awayekî ektîv ji aliyê yasayê ve parastî ye

- Bê cudahiyên ziman, reng, nerîna siyasî, bawer, ol mezheb û nejad, hemû kes li hember yasayê wekhev in

- Pêşkêşkirina xizmetguzariyên kerta giştî bo hemû kesan bi awayekî yeksan, bêalî û rastî, taybetmendiya hemû çalakiyên birêvebirinê ne

- Yasa zelal û rê bi dûdilyê nadin, aşkere û vekirî ne bo têgihştinê. Deshilata kerta giştî jî van binemayan cîbicî dikin

- Bi ti awayekî destkariya azadiya peymanname, binemayên asayîşa yasa û parastina mafên bidestxistî nayê kirin

- Dewlet di çarçoveya bingehên dewleta civakî û bi piştgirêdana yasayên hevrikiya bazara azad, destpêşxerî û azadiya kar diparêze û pêş dixe

- Şêwaza Rêveberî û Dadwerî, pêşbîniyên bê tawaniyê, parastina prensîp û mafê kirêt nekirin û berpirsatiya cezakirina kesî li ber çav digrin û weke bingeheke sereke wê karkirina wan bihêz bikin

- Ti kesek ji rexnegirtin û raderbirînê ji azadiyê nayê bêparkirin

- Dewleta yasa ku bi desthilata serbixwe û bêalî ya dad hatiye parastin, gerentîkerê dadperwerî, maf û azadiyan de serwer dibe

- Her kesek bangeşeya binpêkirina mafên xwe bike, divê bê ti zor û zehmetiyekê rêyên bibandor yê yasayê bigihin destê wî