Beşir Atalay: Min ji Ocalan name neaniye

Navenda Nûçeyan – Cîgirê Serokwezîr ê berê yê Tirkiyê û Parlementerê AK Partiyê yê Wanê Beşir Atalay îdiayên anîna nameyê ji Îmraliyê bo Selahattin Demirtaş red dike.

 

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Cureya F ya Edîrneyê girtî ye, di doza bi hinceta "rêveberiya rêxistinê" de ragihandibû: “Wezîrekî ji hikûmetê ji bo ku em di referandumê de bibêjin 'Erê', ji Îmraliyê, ji Ocalan nameyeke talîmatê anî.”

 

Li ser van gotinan Beşir Atalay daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: “Di van rojên dawî de, di nivîs û şiroveyan de, li ser axaftina xweparastinê ya Selahattin Demirtaş ê HDPyî ku digot 'wezîr bi xwe ji Îmraliyê bo min name anî', tê îdiakirin ku şexsê min di sala 2010an de ji Îmraliyê bo Demirtaş name aniye.

 

Ev amaje û îdia hemû dûrî rastiyê ne. Min ti car ji Demirtaş re nivîs an jî name ne nedaye. Ji aliyê din ve jî, ji hikûmetê me, ne ez û ne jî kesekî siyasetmedar neçûne Îmraliyê û bi Îmraliyê hevdîtin pêk neanîne. Ew karûbar ji aliyê saziyên peywendîdar ên dewleta me ve hatine meşandin.”