Demirtaş ji Efkan Ala re: Hedê xwe bizane û tiliya xwe dirêj neke

02-03-2016
RÛDAW
Nîşan HDP Selahattin Demirtaş Tirkiye Efkan Ala
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bersiva gefên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala da û jê re got: “Tiliya xwe dirêj neke û sînorê xwe bizane. Hest neke em ji gefên te ditirsin û emê paşve vegerin, tu gellek şaşî.”

 

Îro çarşemî 2ê Adarê Wzîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala di konfranseke rojnamevanî de gef li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş xwar û bi dirêjkirina tiliya xwe got: “Ew hewla ku Demirtaş dide, saxtekarî û têkderî ye û ew bi xwe jî dê bacek giran li ser wan karên xwe bide.”

 

Piştî wê daxuyaniy, Demirtaş her zû bersiva Efkan Ala da û jê re got: “Tiliya xwe dirêj neke û sînorê xwe bizane. Wiha nezane ku em ji gefên te ditirsin û emê paşve vegerin, tu gellek şaşî.”

 

Demirtaş pêştir li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê de daxwaz ji welatiyên Kurd û hemû partî û aliyên siyasî yên Kurd û herwiha rêxistinên civaka sivîl (NGO) kir, ku êvariya çarşemî (îro) bo şikandina dorpêça ser navçeya Sûr a Amedê û rizgarkirina xelkê asêmayî ber bi wê navçeyê ve birêkevin.

 

Her ji ber wê yekê Dozgeriya Giştî ya Tirkiyê daxwaz ji hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê kir, ku Demirtaş bo lêpirsînê were bangkirin, çimkî li gor îdiaya wan serweriya dewletê şikandiye û hewla têkderiyê daye.

 

Ji aliyê xwe ve Walîtiya Amedê îro di daxuyaniyekê de hatinûçûna kesên ku ne xelkê Sûrê bin, bow ê navçeya Amedê ji saet 12:00ê nîvro pê de qedexe kir.

 

Ew yek di demekê de bû, ku HDPê plan kiribû, êvariya îro di saet 16:00 li gor dema Tirkiyê û 17:00 li gor dema Hewlêrê xwepêşandana ber bi Sûrê ve ji Amedê dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst