Stenbol (Rûdaw) - DEM Partî ji bo piştgiriya pêvajoya nû bike, yekem mîtînga xwe ya “Aştî ji bo Azadiyê” li navçeya Esenyurta Stenbolê li dar xist.
Kurdên li Stenbolê dibêjin ku hêviya wan ew e ku ev pêvajo xweş biçe serî
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevberdevka HDKyê Meral Danış Beştaş beşdarê mitîngê bûn.
Berpirsên DEM Partiyê da zanîn ji bo pêvajo dest pê bike lazim e hikûmet hin gavên hewce bavêje.
Bi hezaran Kurdên li Stenbolê beşdarê mitîngê bûn û daxwaza aştî û çareseriyê kir.
Xelk her çi qasî ji destpêkirina pêvajoyê bi hêvîdar be jî ji ber helwesta hikûmetê bi guman e.
Kurdên li Stenbolê da zanîn ku ew niha ji kiryarên hikûmetê ne razî ne lê ew hêvî dikin Ocalan peyameke bide û hêviya wan ew e ku ev pêvajo xweş biçe serî.
“Ji bo em dengê aştiyê bigihînin cîhanê em li vir in”
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari got:
“Em îro bi gelê xwe yê hêja re, bi gelê xwe yê ku ji neçarî ji çar aliyê Kurdistanê koçî Stenbolê bûne re ji bo aştiyê civiyan.
Ji bo em dengê aştiyê bigihînin cîhanê em li vir in.”
“Ocalan ji 93yan heya îro aştiyê diparêze”
Hevberdevka HDKyê Meral Danş Beştaşê jî got:
“Em li vir li ser navê we hezar silavan ji Gireva Îmraliyê re jî dişînin. Em dibêjin divê hûn deriyê Îmraliyê vekin.
Em dibêjin heya ku ev derî girtî be ev aştî dê mayînde nebe. Ji 93yan heya îro Ocalan aştiyê diparêze.
Li wir her tim gotiye ez ji bo vê daxwazê têkoşînê dikin. Ên ku îro dibêjin bila were li meclisê biaxive divê ewil deriyê wî vekin.
Divê wê mifteyê bavêjin behrê. Em vê yekê dixwazin. Divê em piştgiriyeke mezin bidin aştiyê.”
Bi hezaran Kurdên li Stenbolê beşdarê mitîngê bûn û daxwaza aştî û çareseriyê kir.
“Lazim e êdî dayik negirîn”
Nişteciha Stenbol Kimet Degerê got, “Divê serok (Ocalan) azad bibe. Divê aştî çêbibe. Divê êdî kes nemire. Lazim e êdî dayik negirîn.”
Niştecihê Stenbolê Muaviye Çelîk jî got, “Em ji bo aştiyeke bi rûmet li vir in.
Em ji bo xelkê Kurd ê mezlûm li vir in. Em niha ji kiryarên hikûmetê razî ne razî ne lê em hêvîdar in birêz Ocalan peyameke bide.”
Niştecihê Stenbolê Yusuf Tek jî got, “Em ji bo azadiyê hatine vê mitîngê. Em ji bo Rojava li vir in.”
“Hêviya me ew e ku ev pêvajo xweş biçe serî”
Nişteciha Stenbolê Fadîme Demîrê jî got, “Em ji bo aştî û wekheviyê li vir in. Hêviya me ew e ku ev pêvajo xweş biçe serî”
Di mitîngê de di serî de azadiya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û berdana Demîrtaş û siyasetmedarên Kurd ên girtî hat xwestin.
Her wiha sloganên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin hildan û dîlan û govend hat gerandin.
DEM Partî dê ji bo pêvajoya nû li 40 bajaran, mîtîng, civînên bi gel re bike û çalakiyên cuda li dar bixe.
Partî ji 1ê Sibatê heta 16ê Sibata 2025an dê çalakiyên “Civînên Azadî û Aştiya Civakî” çêke.
Di vê çarçoveyê de mitînga ewil îro li Stenbolê hat kirin.
Li Amedê 8ê Sibatê li bajarê Mêrsînê jî 9ê Sibatê mitîngên girseyî dê bên kirin û derbarê pêvajoya çareseriyê agahî bi gel re bên parvekirin û daxwaza piştgiriyê bê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse