Wezîrên Veguhastinê yên Îraq û Tirkiyeyê Ii Enqereyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê çû Enqereyê û bi Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê re civiya.

Rojeva her du wezîran “projeya rêya geşedanê” ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de bû.

Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê Rezak Muheybes Sadawî îro çû paytexta Tirkiyeyê Enqereyê û bi Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu re hevdîtinek kir.

Rojeva civîna her du wezîran “projeya rêya geşedanê” ya hesînî û bejahî ku tê plankirin di navbera Bendera Fawê ya parêzgeha Basrayê ya Îraqê ji bo Tirkiyeyê bi dirêjahiya hezar û 200 kîlometreyî bê çêkirin hebû.

Her du wezîran piştî civîna ku ji medyayê re girtî hat kirin civîneke medyayê ya hevbeş saz kir.

Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu di civînê de got:

“Di warê projeya rêya geşedanê ya hesinî û bejahî de ji me re gotin ku bi awayekî cidî pêş de çûne. Ev ji me re gotin. Em jî ji nêzîk ve dişopînin.

Em dê di nava salê de di roj û mehên pêş de pêşketinên di warê fînans û îhaleyê de jî bibînin. Me her du aliyan behs kir ku di dema serdana Serokkomar Erdogan a Îraqê de dibe ku hinek biryar bên wergirtin.

Me jî ji bo berdewamiya rêya geşedanê derbarê tiştên ku li aliyê welatê me dê bêne kirin zanyarî dane wan. Em jî wan tiştan bilez dikin.”