Şofêrê taksiyê yê ku rastî êrişa rêwiyekî hatibû canê xwe ji dest da

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Taksî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Gezîemîrê ya Îzmîrê şofêrê ku rastî êrişa rêwiyekî hatibû canê xwe ji dest da.

Li Îzmîrê şofêrê taksiyê yê bi navê Ogurz Erge (44), ji bo ku necemide deriyê otomobîla xwe ji D.A. (19) re vekir.

D.A. ji piştê ve gule li Erge reşandin û pereyê wî dizîn.

Dîmenên bûyerê di medayaya civakî de bûn rojev.

Erge: Ez te nahêlim li ber sermayê

D.A. ji Erge re diyar kir ku ti taksî li wî nesekinîne lê ew sekiniye.

Erge jî di axaftina xwe de dibêje, “Maskeya te heye, ji ber wê nasekinin lê ez dê te hilgirim.

Ez te nahêlim li ber sermayê.”

D.A ji piştve 3 gule li Erge reşandin.

Erge dema ku pereyên Erge dizîn got, “Yaa tu dê ji hinek mirovan bawer nekî.”

Kujer hat girtin: Êriş bi awayekî spontane rû da

D.A, di encama operasyonekê de tevî çeka xwe û tiştên ku dizî ne hat desteserkirin.

D.A. di îfadeya xwe ya yekem de got ku ew ne bi armanca diziyê li taksiyê siwar bûye, bûyerê bi awayekî spontane rû daye.

Tawanbar ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve hat girtin û tîman ew bir girtîgehê.

Şofêrê taksiyê canê xwe ji dest da

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca têkildarî rewşa dawî ya şofêrê taksiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.

Koca dîyar kir ku Oguz Erge tevî hemû midaxeleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Wezîr di daxuyaniya xwe de got, “Em bi bawer in ku dê tawanbar cezayê ku heq dike bigire.”

Wezîr herî dawî sersaxî ji malbata Oguz Erge re xwest.

Taksiciyan Erge oxir kir

Hempîşeyên Oguz Erge li ber deriyê nexweşxaneya Îzmîrê ya ku lê dihat dermankirin kom bûn.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Erge bi pêşengiya konvoya taksîciyan bir Saziya Tiba Edlî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst