RAPIRSÎ - Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanya Lêkolînê ya Asalê pirsgirêka sereke ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa aborî ye û li gorî ji sedî 2yê welatiyan jî ti pirsgirêk nîne.

Kompanya Lêkolînê ya Asalê di Kanûna Paşîna 2024an de ligel 2 hezar dengdaran rapirsiya “Pirsgirêka sereke ya Tirkiyê çi ye?” çêkir.

Li gorî rapirsiyê pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê bi rêjeya ji sedî 64,4 bihabûna debara jiyanê ye û piştî wê jî bi rêjeya ji sedî 6,3 bêkarî ye.

Rapirsiya "Li Tirkiyê pirsgirêka sereke çi ye?"

Aborî-Bihabûna Debarê: Ji sedî 64,4

Bêkarî: Ji sedî 6,3

Perwerde: Ji sedî 4,2

Penaber: Ji sedî 3,8

Dadwerî: Ji sedî 3,5

Teror: Ji sedî 3,3

Veguherîna Bajar: Ji sedî 1,2

Tenduristî: Ji sedî 1

Yên din: Ji sedî 3,5

Her tişt: Ji sedî 3,1

Pirsgirêk nîne: Ji sedî 1,9

Nizanim: Ji sedî 1