Li Deryaya Egeyê 55 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Balikesirê ya Tirkiyeyê, di nav Deryaya Egeyê de 55 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Tîmên Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, li Deryaya Egeyê di nav belemekê de 55 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê desteser kirin.

Piştî karên yasayî hêzên ewlehiyê koçberan radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Balikesirê kir.