Otobus û barhilgir li hev qelibîn: 19 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê otobusa rêwiyan û barhilgirek li hev qelibîn, yek jê giran 19 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a ku ji Stenbolê diçû bajarê Endîrneyê ji paş ve li barhilgirekê da û wergeriyê.
Şofêrê otobusa rêwiyan di otobusê de asê ma û gelek rêwî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristî û parastina sivîlan cûn cihê bûyerê.
Cendirmeyan rê li ber trafîkê girt û tîmên tenduristiyê jî birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Herwiha tîmên parastina sivîlan jî şofêrê ku di otobusê de asê mabû derxistin û tîmên tenduristiyê ew rakir nexweşxaneyê.
Piştî ku otobus û barhilgira ku qeza kiribûun ji ser rê hatin rakirin rê li ber trafîkî hate vekirin.
Parêzgarê Stenbolê Davut Gul jî li ser qezayê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di qezayê de yek jê giran 19 kes birîndar bûne.