Zuhtu Arslan dîsa weke serokê Dadgeha Destûra Bingehîn hat hilbijartin

02-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo Serokatiya Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê cara sêyemîn dîsa Zuhtu Arslan hat hilbijartin.

Ji ber ku dema erka Zuhtu Arslan ku 4 sal e, di 13yê Sibatê da temam dibe, li Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn hilbijartin hat kirin.

Di hilbijartinê de ku serok û endamn Dadgeha Destûra Bingehîn bi nepenî dengê xwe bikar anîn dîsa Zuhtu Arslan hat hilbijartin.

Zuhtu Arslan ji 15 endaman dengê 8 endam wergirt û cara sêyemîn hat hilbijartin.

Berbijêrên din Îrfan Fidan 5 deng û Kadîr Ozkaya 2 den wergirtin.

Zuhtu Arslan ku di 17ê Nîsana 2012an de ji aliyê Serokkomarê wê demê Abdullah Gul ve ve weke endamê Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû destnîşankirin, di 10ê Sibata 2015an de cara ewil ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst