Erdogan û Bahçelî îro dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî li Enqerê dicivin. Di rojeva Erdogan û Bahçelî de pêvajoya hilbijartinê heye.

Recep Tayyip Erdogan, îro 2ê Sibata 2023ê li mala wî ya li Çayyolu serdana Devlet Bahçelî dike.

Tê çaverêkirin di civînê de pêvajoya hilbijartinê û yasayên ku bên derxistin ji aliyê her du lîderan ve bên gotûbêjkirin.

Erdogan û Bahçelî herî dawî 13ê Kanûna 2022ê hatibûn ba hev.

Erdogan pêştir ragihandibû ku hilbijartinên serokkomariyê û yên giştî dê 14ê Gulana 2023ê bêne kirin.

Ji aliyê din ve Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku HDP pêşengiya wê dike, îro 2ê Sibatê ji bo gotûbêjên berbijêrê serokkomariyê li Enqerê dicive.