Şanda partiya SPD a Almanyayê serdana HDPê kir

02-02-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Partiya Sosyal Demokrata Almanyayê (SPD)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên Partiya Sosyal Demokrata Almanyayê (SPD) serdana Navenda Giştî ya Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) kirin û bi rayedarên wê partiyê re hevdîtin kirin.

Şanda SPDê ji aliyê Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar ve hat pêşwazîkirin.

Hevseroka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDPê Feleknas Uca û Parlamentera Şirnexê Nuran Îmîr jî beşdarî civînê bûn.

Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) derbarê serdana şanda SPDê û naveroka hevdîtina bi wan re daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya HDPê, di hevdîtinê de ku roja Çarşemê 1ê Sibata 2023an li navenda giştî ya HDPê li Enqerê pêk hat, hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyê, dosyeya girtina HDPê û têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya HDPê de wiha hat gotin: “Hevserokê me Mithat Sancar, Hevseroka Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Uca û wekîla me Nûran Îmîr bi parlamenterên Partiya Sosyal Demokratên Alman (SPD) re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de li ser hilbijartinên pêşwext ên serokomariyê û giştî, dosyeya girtina partiya me û têkiliyên Tirkiye û YEyê nêrîn hatin gotûbêjkirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst