Erdogan bo parlamenterên AKPê: Ez heqê xwe helal nakim

02-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AK Pariyê Recep Tayyip Erdogan hişyarî da parlamenterên xwe yên beşdarî civînên parlamentoyê nabin û got ku heqê xwe li wan helal nake.

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, roja Çarşemê 1ê Sibata 2023ê di civîna koma AKPê de ya li Parlamentoyê axivî.

Erdogan behsa pêvajoya endamtiya NATOyê ya Swêd û Finlandê kir û got: “Em li endambûna Finlandê erênî dinêrin, lê bila Swêd xwe newestîne û em endamtiya wan qebûl nakin.”

Erdogan, ji bo yasaya hîcabê ji partiyên li parlamentoyê daxwaza alîkariyê kir ku dengê erê bidin.

Di beşeke din a axavtina xwe de Erdogan hişyarî da parlamenterên AKPê yên ku beşdarî civînên parlamentoyê nabin û got: “Mixabin min doh agahdarî wergirtin ku di beşdariya koma me ya parlamentoyê de pirsgirêk hene. Vê yekê bi awayekî cidî ez xemgîn kirim. Hevalên hêja ev millet ji berîk û kîsê xwe mûçeyan dide. Û parlamenterên me bi vî mûçeyî karên xwe dikin. Lê eger parlamenterên me li lijneya giştî amade nebin, ku doh wiha bû ev millet heqê xwe li we helal nake. Eger kî nehatibe ez jî heqê xwe li wan helal nakim. Ji ber ev ne bûyereke ji rêzê ye. Ev ne bûyereke ji rêzê ye, eger bûyî parlamenter divê tu li vê derê erkê xwe bicih bînî. Eger erkê xwe bi berpirsiyarî nayînî cih, ev millet heqê xwe li te helal nake û mûçeyên ku hûn werdigrin heram e heram.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst