Li Stenbolê otobus li rawestgehê qelibî: mirî û birîndar hene

02-02-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê otobusa IETT li minibuseke ku rawestgehekê disekinî qelibî, li gor zanyariyan kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin îro Pêncşemê danê êvarê otobusa di ser rêya D-100 re diçû ji kontrolê derket û li minibusa ku rawestgehê rawestiyabû qelibî.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di daxuyaniya ku ji hesabê fermî yê Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Tramway û Tunelê ya Stenbolê (IETT) hat dayîn de, hat diyarkirin ku otobusa giştî ya taybet a li Bahçelîevlerê ji kontrolê derketiye û ketiye nav rawestgehê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Mixabin welatiyekî me canê xwe ji dest da û 4 welatiyên me jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê lêkolînên teknîkî û îdarî dewam dikin û Rêveberê Giştî jî çû cihê bûyerê.”

Her wiha hat destnîşankirin ku dê piştî lêkolîna dîmenên kamerayê yên di hundirê otobusê de û tespîtên berfireh ên li cihê bûyerê raya giştî bê agahdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst