Beşeke zêde ya xelkê Tirkiyê di bin sînorê birçîbûnê de dijîn

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê, debara jiyanê bûye rojeva sereke ya xelkê. Temamê tedbîrên ku desthilat werdigire jî di nava 24 demjimêran de pûç dibin û hejmareke zêde ya xelkê bi dahateke ku di bin sînorê birçîbûnê de dimîne, hewl didin bijîn. Beşekî xelkê jî di bin sînorê hejariyê de ne. Li gorî Turk-Işê sînorê birçîmayînê li Tirkiyê asta mûçeyê herî kêm derbas kiriye. Giraniya nirxan, nebûna derfetan û kûrbûna qeyranê ya berdewam, xelkê Tirkiye ber bi hejariyeke xirab dajo.

Awêneyekî hejarî, bêçaretî û pê re jî dergeyên girtî yên dadwerî û negihîştina mafên rewa ye. Ew der Çekmekoy a Stenbolê ye. Jineke 39 salî ku hemû zarokatiya xwe di xaniyê ku niha bûye kavil de derbas kiriye. Sûna Dûman ji malbateke sirgûnên Dêrsimê ye, piştî 35 salan cihê xaniyê wan dikeve ber avakirina sîteyekê û xanî tê rûxandin. Ew jî ji dar û text û naylonan bereqeyekê ji xwe re çê dike li bi hinceta ku ew dibe sedema 'Qirêjiyê' hewl tê dayîn ku ew jî bê rûxandin. Zêdeyî 1640 roj in Sûna xanim li vir li ber xwe dide, bê av, bê kareba û di çileyê zivistanê de.

Sûna Dûman got, “Hêlînên me bi awayekî neheq û korsan hatin rûxandin. Binêrin me dizî nekir. Bav û dayika min, cîranên me ew der bi xwêdana eniyê kirîn. Em kesên kedkar in. Ez 35-40 salî li vir jiyame lê mêrik hatiye min diqewitîne. Ma ev edalet e, bila yek derkeve bo min bêje. Bi hinceta ku xaniyên me li kêleka newalê ne em sirgûn kirin lê li şûna xaniyên me sîte ava kirin. Niha dixwazin vir jî rakin bikin park. Lê ew edalet û heq nîn e.”

Ne tenê mijara xaniyan lê bilindbûna nirxên her tiştî li bazaran jî çiqênên xelkê biçûk, bêhêvitî û hêrsa wan mezintir dike.

Erkan Esendere yê xanenişîn anî ziman, “Bi pereyê ku ez distînim ez nikarim rikeberiya vê enflasyonê bikim. Lê dewlet jî çareyekê nabîne. Me her tişt kêm kir ji xwe, her tişt. Berê ku me kîloyek distend, em niha nîv kîlo distînin.”

Li aliyê din bilindbûna enflasyonê li qada pîşesazî û karkirinê jî bûye dîwarekî bê ber. Li dehan fabrîqe û kargehan li hêlekê ji kar derxistin, li hêlekê zêdenekirina mûçeyan li hêlekê jî mangirtin berdewam dikin.

Karker Îlhan Çetîn jî got, “Em niha mafê xwe yê mangirtinê bikar tînin. Daxwazên me ji karmend hene û ji ber ku ew bi cî nehatine em di dawiyê de mafê xwe yê mangirtinê bi cî tînin. Ew enflasyon e, rewşa giştî ya welêt e hêza me ya stendinê jê bir. Berê min pere jî didan aliyekî. Lê niha ez nikarim.”

Sendîkaya herî mezin a karkeran Turk-Iş di rapora xwe ya 'Sînorê Birçîmayîn û Hejariyê ' de eşkere dike ku sînorê birçîmayînê ji mûçeya kêmane derbas bûye. Wate, muçeya kêmane 8 hezar û 502 lîre lê sînorê birçîmayînê bûye 9 hezar û 2 lîre ku dora 5 milyon û 500 hezar kes bi mûçeya kêmane dijî. Sînorê hejariyê jî bûye 28 hezar û 874 lîre. Bi gotineke din ne ku ne ku tenê qulik mezin dibe, pîne jî her biçûk dibe.