Hevserokê HDPê: Îsraîl bi çîmentoya Tirkiyê dîwar lê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê dibêje, asta bazirganiya Tirkiyê ligel Îsraîlê 10 qat zêde bûye û ew çementoya Îsraîl li derdora Filistînê dîwar pê çêdike ji Tirkiyê diçe.

Sezai Temelli, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mûşê di kongreya rêxistinên HDPê de gotarek pêşkêş kir û rexneyên tund li desthilata AK Partiyê girtin û got: “Di dema desthilata AKPê de asta bazirganiya Tirkiyê ligel Îsraîlê 10 caran zêdetir bûye.”

Sezaî Temellî got, “Dibêjin çementoyê difroşin, pereyan qezenc dikin. Îsraîl bi wê çementoyê dîwar li derdora Filistînê lê dike.”

Hevserokê HDPê herwiha dibêje, “Ev xapandina xelkê ye, madem dewleta Îsraîlê şermezar dikî, hemû girêbestên xwe yên ligel Îsraîlê rawestîne.”