Berdevkê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Meclisa Ciwanan û Endamê Meclisa Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê Rohat Guvercîn ku li balafirgeheke Stenbolê hatibû desteserkirin bi biryara dadgehê hat girtin.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ragihand ku berdevkê wan Rohat Guvercîn piştî kar û barên yasayî bi biryara dadgehê hatiye girtin.
Rohat Guvercîn roja sêşemê li Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Stenbolê hatibû desteserkirin.
DEM Partiyê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan dabû û gotibû:
“Em bangî desthilatê dikin ku dawî li van êrişên xwe yên ne hiqûqî û kêfî yên li dijî siyaseta me, saziyên me yên partiyê û Meclisa me ya Ciwanan bînin.”
Li gorî zanyariyan Rohat Guvercîn ji bo xebateke dîplomasiyê çûbû derveyî Tirkiyeyê lê di rêya vegerê de hatibû desteserkirin.