Şandeya DEM Partiyê, piştî Numan Kurtulmuş çû serdana Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî / Wêne: Rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ya ku bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî, dest bi hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re kir.
Şandeya DEM Partiyê di çarçoveya hevdîtinan de, îro bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya.
Şande berê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiya.
Piştî Kurtulmuş, şandeya DEM Partiyê çû serdana Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û hevdîtin 40 deqîqeyan berdewam kir.
Pêvajoya nû ya ku bi bangawaziya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kir û bi peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan berdewam dike, gihişt asteke din.
Pervîn Buldana ku di şandeya DEM Partiyê de cih digire û çû Îmraliyê, piştî hevdîtinê got:
“Niha em dê bi partiyan re hevdîtinan bikin.
Em ji her kesî dema hevdîtinê dixwazin.
Hevdîtinên me dê di asta serokên giştî de bin.”
Bahçelî li ber derî pêşwazî kir
Şandeya DEM Partiyê, piştî Numan Kurtulmuş çû serdana Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî.
Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî da zanîn ku Bahçelî rêzeke mezin li şandeya DEM Partiyê girtiye.
Di hevdîtina ku saet 15:00an li Parlamentoyê dest pê kir de, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ber derî şande pêşwazî kir.
Hevdîtina di navbera şandeya DEM Partiyê û Bahçelî de nêzîkî 40 deqîqeyan dewam kir.
Piştî hevdîtinê, li ser pirsyara rojnamegeran, Onder da zanîn ku Ahmet Turk tizbiyek diyarî Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kiriye.
Di şandeya DEM Partiyê de ku dê bi partiyên siyasî re hevdîtinê pêk bîne, Ahmet Turk jî cih girt ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jê re gotibû “axayekî Kurd ê birûmet” û bi tayînkirina qeyûm ji wezîfeya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû dûrxistin.
Şandeya DEM Partiyê di çarçoveya serdanan de berê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiya.
Di şandeyê de Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Tirk cih digirin.
Hevdîtina di navbera şandeya DEM Partiyê û Numan Kurtulmuş de nêzîkî 50 deqîqeyan dewam kir.
Sirri Sureyya Onder, piştî serdanê di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got:
“Me Serokê Parlamentoyê Birêz Numan Kurtulmuş derbarê hevdîtina ku me pêk anî agahdar kir.”
Mijara civînên Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk ên bi Devlet Bahçelî û Numan Kurtulmuş re çi bû?
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 2, 2025
Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî behsa hûrgiliyan dike pic.twitter.com/iqOzYJezIX
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse