Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke DEM Partiyê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kir.
Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan, ku hefteya borî çûbûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn, îro dest bi hevdîtinên bi siyasetmedaran re kir.
Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê îro 13:00ê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş civiya.
Hevdîtinê nêzîkî 50 deqeyan berdewam kir.
Piştî hevdîtina Sirri Sureya Onder di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamegeran de got ku wan der barê hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re agahî dane Kurtulmuş û pêşniyarên wî yên derbarê mijarê guhdarî kirine.
Onder diyar kir ku wan nirxandineke giştî kiriye û hevdîtinên wan dê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re bidomin.
Sirri Sureya Onder her wiha da zanîn ku dê hemû partiyên ku di Parlamentoyê de têne temsîlkirin ziyaret bikin û demê wê jî li gorî randevûyan dê were diyarkirin.
Herî dawî Onder got ku piştî temambûna serdanan dê daxuyaniyek berfireh bidin.
📌Sirri Sureya Onder piştî hevdîtina bi Kurtulmuş re daxuyanî da
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 2, 2025
📌Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê îro bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş civiya pic.twitter.com/cZIxdAp0Hp
Heman şandeya DEM Partiyê dê demjimêr 15:00ê jî bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re bicive.
Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, şandeya ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureya Onder û Ahmet Turk pêk tê, piştî temambûna serdanên xwe yên bi partiyên siyasî re, dê biçin serdana rêxistinên civaka sivîl, sendîka, rêxistinên ked û pîşeyî û derdorên civakî.
Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş civiya pic.twitter.com/1qVT5gIAVO
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 2, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse