Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke DEM Partiyê dê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re hevdîtinê bike.
Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan, ku hefteya borî çûbûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn, dê îro dest bi hevdîtinên bi partiyên siyasî re bikin.
Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê dê demjimêr 15:00ê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re bicive.
Heman şandeya DEM Partiyê dê demjimêr 13:30ê jî bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re hevdîtinê bike.
Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, şandeya ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureya Onder û Ahmet Turk pêk tê, piştî temambûna serdanên xwe yên bi partiyên siyasî re, dê biçin serdana rêxistinên civaka sivîl, sendîka, rêxistinên ked û pîşeyî û derdorên civakî.
DEM Partiyê diyar kir ku di serdanan de nêrîn û pêşniyar bên nivîsandin û piştî serdan bi dawî bûn, şandeya wan dê daxuyaniyeke berfireh bide.
Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan, 28ê Kanûna Pêşîn li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse