Kesê ku li ser gora Ataturk dirûşm avêtin hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Ataturk kesê ku li ber gora avakarê Tirkiyeyê Mustafa Kemal dirûşmên “Bimre Komar” û “Dê Şerîet were”avêtibûn hat girtin.

Bûyer roja şemiyê rû da.

Li gorî nûçeya DHAyê, kesekî bi navê Y.T. li ber gora Ataturk dirûşmên “Bimre Komar, dê şerîet were” û “Nalet li Komarê be” avêtibûn.

Leşkerên Fermandariya Anitkabîrê piştî bertekên welatiyên derdor, Y.T. desteser kir û radestî polîsan kir.

Y.T. bi biryara dadgehê hat girtin û hêzên ewlehiyê ew bir girtîgehê.