TIRKIYE - Kîjan partî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê Ahmet Yener ragihand ku 36 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an dibin.

Ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an, pêvajoyê dest pê kir.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener bi daxuyaniyekê navên partiyên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mafê wan heye beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin eşkere kirin.

Ahmet Yener diyar kir ku 36 partî dikarin beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin.

Herwiha Yener got, "1ê Kanûna Paşîna 2024an rojimêra hilbijartinê dest pê kiriye.

Hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê ji hemû partiyên siyasî û dengderan re li ser xêrê bin."

Partiyên ku dikarin beşdarî hilbijartinê bibin ev in:

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP)

Partiya Gel a Komarê (CHP)

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti)

ÎYÎ Partî

Partiya Tevgera Neteweperest (MHP)

Partiya Doza Azad (HUDA PAR)

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)

Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA Parti)

Partiya Saadetê

Partiya Paşerojê

Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP)

Partiya Kedê (EMEP)

Partiya Zaferê

Partiya Vatanê

Partiya Dad û Yekîtiyê (AB Parti)

Partiya Dadê (AP)

Partiya Yekîtiya Anadoluyê (ANA Parti)

Partiya Anavatanê (ANAP)

Partiya Ronahî û Demokrasiyê (ADP)

Partiya Tirkiyeya Serbixwe (BTP)

Partiya Yekîtiya Mezin (BBP)

Partiya Tirkiyeya Mezin (BTP)

Partiya Çep a Demokratîk (DSP)

Partiya Demokrat (DP)

Partiya Ciwan (GP)

Partiya Yekîtiya Hêzê (GBP)

Partiya Rizgariya Gel (HKP)

Partiya Memleketê

Partiya Milletê

Partiya Rêya Neteweyî

Partiya Rêya Mîllî

Partiya Çep

Tevgera Komunîst a Tirkiyeyê (TKH)

Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP)

Partiya Jinûve Refahê

Partiya Nûbûnê (YP)

Partiya Tirkiyeya Nû (YTP)