Par li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 424 jin hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ragihand ku sala 2023yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 424 jin hatine kuştin.

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê, amarên jinên ku sala 2023yan hatine kuştin eşkere kirin.

Li gorî amaran, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 12 mehan de herî kêm 424 jin hatine kuştin.

Piraniya wan jinan ji aliyê hevjîn, xoşewîst, bira û bavên xwe ve hatine kuştin.

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê da zanîn ku piştî destpêkirina Coronayê kuştina jinan zêde bûye.

Li gorî amarên “Platforma Em dê Kuştinên Jinan Rawestînin”, piraniya jinan li malên xwe ji aliyê zilamên naskirî û kesûkarên xwe ve hatine kuştin.