TIRKIYE - Bi tohmeta sîxuriya MOSSADê 33 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 8 parêzgehên Tirkiyeyê, bi tohmeta ku ji bo îstixbarata Îsraîlê “MOSSADê sîxuriyê dikin” 33 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi tohmeta ku ji bo “îstixbarata Îsraîlê MOSSADê sîxuriyê dikin” derbarê 46 kesan de biryara desteserkirinê da.

Li gorî îdiaya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, 46 kesan li Tirkiyeyê li ser navê MOSSADê welatiyên biyanî şopandine û hewl daye wan birevînin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, ji bo desteserkirina 46 kesan li Stenbol û 7 parêzgehên din dest bi operasyonê kir û bi ser 57 navnîşanan de girt.

Di operasyonê de 33 kes hatin desteserkirin û ji bo desteserkirina 13 kesên din jî xebat berdewam dikin.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê ji bilî Stenbolê navê 7 bajarên din û dema operasyonê eşkere nekiriye.

“Îsraîl plana kuştina rêberên Hemasê dike”

Rojnameya Wall Street Journalê ya Amerîkî meha borî nivîsandibû ku “Îsraîl li çar aliyên cîhanê ji bo kuştina rêberên Hemasê planan dike.”

Piştî nûçeya rojnameya Wall Street Journalê ajansa fermî ya Tirkiyeyê Anadoluyê ragihand ku “îstixbarata Tirkiyeyê di vê mijarê de hişyarî daye Îsraîlê û got, dê encamên cidî hebin.”

Rêvebirê Îstixbarata Navxweyî ya Îsraîlê (Shin Bet) Ronen Bar, pêştir di axaftina televîzyona KANê ya dewletê de gotibû, “Eger bi salan jî berdewam bike, li Qeter, Tirkiye û Libnanê yan li her cihekî cîhanê be, em rijd in ku rêberên Hemasê bikujin.”