Otomobîla qaçaxçiyan li otomobîlên polîsan da: 4 jê polîs 18 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kocaelî ya Tirkiyeyê otomobîleke qaçaxçiyan ku koçber tê de bûn li xala kontrolê ya polîsan ranewestiya û li du otomobîlên polîsan da.

Otomobîla ku koçber tê de bûn dema ji Kocaeliyê diçû Stenbolê, polîsan xwest li nêzîkî Îzmîtê li xala kontrolê otomobîlê rawestîne.

Lê otomobîl ranewestiya û xwest bireve û li du otomobîlên polîsan da. Di encamê de 4ê jê polîs 18 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.