Akar: Em dê bi biryar li ser operasyonên xwe berdewam bin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar seredana bingehên serbazên xwe li parêzgeha Kilis li ser sînorê bajarê Ezaz yê bakurê Sûriyê kir û got: “Em dê bi biryar li ser operasyonên xwe berdewam bin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar roja Yekşemê li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê serdana bingehên serbazî yên artêşa welatê xwe kir ku ligel bajarê Ezazê yê bakurê Helebê hevsînor e.

Hulusî Akar amaje bi wê yekê da ku erkê artêşa wan bi dawî nebûye, di 2023an de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li ser operasyonên xwe yên dijî PKK û YPGê berdewam dibin û wek pirsgirêka mana Tirkiyê berê xwe didin wê mijarê.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar got: “Em dê li ser hewlên xwe bo bidawîanîna wê belaya terorê ku 40 sal e bestika welatê me girtiye berdewam bin. Bo têkdana biratiya Tirk û Kurd li navxwe û derve nezan û xiyanetkar hene. Beşek ji wan bêhiş in û beşek xayîn in. Hewl didin wê yekrêzî bihevrebûnê têk bidin, lê em bi pêdagirî ligel birayên xwe yên Kurd, 85 milyon, berdewam dibin ku yek dil û yekdest bin.”

Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA)ê yek ji wan partiyên opozisyonê rexneyên dijwar li polîtîkayên hikûmetê digre û li gor wê, pirsgirêka mana Tirkiyê bi pêkanîna maf û azadiyan ve girêdayî ye li nav welêt.

Serokê DEVAyê Ali Babacan got: “Çareserkirina pirsa Kurd û pirsa Elewiyan wek deynê ser mile xwe dibînin. Mana Tirkiyê bi dadmendiyê ve girêdayî ye, mana Tirkiyê bi mafên mirov ve girêdayî ye, dermanê Tirkiyê wekhevî ye, dermanê Tirkiyê azadî ye. Tirkiyeya DEVA, welateke ku 85 milyon welatî bi wekhevî û azadane têde dijîn.”

Tirkiye bi hinceta parastina asayîşa sînorên xwe û rûbirûbûna terorê, li nav axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê operasyonên serbazî dike. Bi dehan kîlometre hatiye nav axa Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê jî dest daniye ser çend navçeyan û gefa êrîşeke bejayî ya nû dixwe.