AK Partiyê êrîşa Parîsê ya li dijî Kurdan şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsa şermezar kir ku di encam de 3 welatiyên Kurd têde canê xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bibûn. Berdevkê AK Partiyê got:“Em wê êrîşa nijadperestî û faşîst şermezar dikin. Em derbarê vê pêla faşîzma ku mezin dibe bi awayek ciddî hişyariyê didin Ewropayê.”

Îro Duşemê 2ê Çileya 2023an Encûmena Rêveberiya Navendî ya AKPê bi serokayetiya Serokê giştî yê AKPê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip li avahiya sereke ya partiyê civiya.  Civîn piştî 4 demjimêran dûr ji çavê kameran bi dawî bû.

Di demekê de ku civîn derdewam dikir Cîgirê  Serokê Giştî yê AK Partiyê û berdevkê wê partiyê Omer Çelîk civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên di rojevê de axivî.  

Li ser pirseke derbarê civîna şandên Tirkiye û Sûriyê li Şamê Çelîk got: “Me çendîn car gotiye em li sînorê xwe Efxanistanekê naxwazin. Li dijî helwesta herkesê ya neramkirina navçeyê, Tirkiyê îradeyek wiha nîşan daye ku aramiya ava dike, rêzê li mafê hemû Sûriyan û yekitiya Sûriyê digire. Ew civînên di navbera Îstixbaretan de, bo civîna di navbera wezîrên berevaniyê yên herdu welatan a li Rûsyayê de guherî ye.”

Omer Çelîk hewiha got: “Ji niha şûnde bi peywendiyên din ên siyasî ev prose dê pêşve biçin û ajandeya hevdîtinên di asta herî bilind de    bê çêkirin. Em ji asta ku niha hatinê razî ne. Di serî de hevehengiya li dijî terorê di warên din de hinek mijar hene ku divê em biaxivin.”

23ê Kanûna 2022an li Parîsa paytexta Fransayê kesekî 69 salî bi çekê êrîşê Navenda Çandê ya Ahmet Kaya kiribû û di encam 3 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dabûn û 3 kesên din jî birîndar bibûn. Li ser pirseke derbarê vê êrîşa li dijî Kurdan de û xwpêşandanên li dijî êrîşê de jî  Berdevkê AKPê got:“Yek ji welatên ku herî zêde rêxistina terorî lê  çalak e, Fransa ye. Fransa bi awayek rasterast piştevaniyê li çalakiyên wan dike. Bi dehan car bi al û sembolên rêxistinên terorî çalakî kirine. Serokkomarê me gotibû kî rêxistina terorê ya mar biparêze ew dê bi wî vede. Tabloya ku niha derketiye jî ew e. Bi rojan Parîs sotin û rûxandin.”

Omer Çelîk di berdewamiya axaftina xwe de got: “Helbet berî wê em wê êrîşa faşîst û nijadperest jî şermezar dikin.   Em derbarê vê pêla faşîzma ku mezin dibe bi awayek ciddî hişyariyê didin Ewropayê. Kî piştevaniya terorê bike û wê biparêze wê sibe rûbirûyî wê bibe û dibe ku bûyerên mezintir bi serê wan bên. Werin bêyî cudakarî em ji bo rûbirûbûna terorê hevkariyê bikin.”

Li ser pirseke derbarê dema hilbijartinên îsal ên Tirkiyê jî Omer Çelîk got: “Îradeya me ligel wê ye ku hilbijartin di 18ê Hezîranê de bên kirin, lê ji ber egera derketina hinek pirsgirêkan, wate ji ber ku dema geştkirina navxweyî welat a welatiyên me ye hinek nirxandin tên kirin. Eger em li ser nirxandina vê yekê gihiştin encamekê ez dê ji we re bibêjim ku dema hilbijartinan ev e. Lê ev nabe nirxandina  dema di asta hilbijartinên pêşwext de.”