Serokê berê yê Baroya Stenbolê: Qutkirina budceya HDPê hetîkberiyeke hiquqê ye

02-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Baroya Stenbolê Turgut Kazan daxwaza Serokê Dadgeha Bilind a  Tirkiyê ya qutkirina budceya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di çarçoveya doza girtinê de weke “skandaleke hiquqê” bi nav kir û got: “Ev daxwaz li dijî maddeya 69ê ya Dadgeha Destûtra Bingehîn e.”

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê doznemaya doza girtina HDPê ku ji aliyê Serokê Dadeha Bilind a Tirkiyê ve  hatibû amadekirin, qebûl kiribû.

Di demekê de ku doza girtina HDPê berdewam dike, Bekîr Şahîn 19ê Kanûna 2022an daxwaz kiribû ku  budceya alîkariya hilbijartinan ku berî hilbijartinan ji bo kampanyayên hilbijartinan ji partiyên siyasî re tê dayîn bo HDPê neyê dayîn û budceya wê bê qutkirin.  Biryar e 10ê Çileya 2023an ew budce  li ser partiyan bê dabeşkirin, Dadgeha Destûra Tirkiyê 6ê Çileya 2023an derbarê vê daxwaza Serokê Dadgeha Bilind a Tirkiyê de dicive û tê pêşbînîkirin li ser vê daxwazê biryara xwe eşkere bike.

Serokê Berê yê Baroya Stenbolê Turgut Kazan îro 2yî Çileya 2022an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî karvedan nîşanî vê daxwaza Serokê Dadgeha Bilind a Tirkiyê Bekîr Şahîn da û got: “Daxwaza biryara tedbîrê ya li ser alîkariya ku HDP ji xezîneyê werdigire skandaleke hiquqê ye. Maddeya 69emîn a Destûra Bingehîn dibêje di dawiyê de dozê de dijayetiyek hatibe diyarkirin, dikare beşek alîkariyan an jî temamiya van alîkariyan bê qutkirin. Ji ber wê jî sepandinek ti carekê weke tedbîr nayê cîbîcîkirin.”

Turgut Kazan bal kişand ser nêzîkbûna hilbijartinan û egera hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyê û got: “Bi taybetî di demekê de ku axaftin li ser wê yekê tên kirin ku dibe hilbijartin di Nîsan û Gulanê de bên kirin û ji ber sala hilbijartinê zêdetir alîkarî bo partiyên siyasî tên dayîn, bêbeşkirina HDPê ji van alîkariyan, dê weke hîleyeke nû ya hilbijartinan bê hejmartin. Ez dixwazim bawer bikim ku Dadgeha Destûra Bingehîn dê  xeletiyek wiha neke, divê neke.”

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksiyonê derketine. Ji 5ê Mijdara  2021an ve bi hinceta “peywendiyên ligel terorê” derbarê wê de doza girtinê hatiye vekirin û doza wê berdewam e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst