MetroPOLL: AKPê di nav 7 salên dawî de 12.5 puan kêm kiriye

02-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Kompanya Lêkolînê ya MetroPOLLê di nav 7 salên dawî de li gor guherîna rêjeya hemû partiyên siyasî AKPê 12.5 puan kêm kiriye.

Damezrînerê Kompanya Lêkolînê ya MetroPOLLê Ozer Sencar encamên lêkolîna “Nebza Tirkiye-Kanûna 2022ê” eşkere kir.

Lêkolîn li 28 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera 13 û 18ê Kanûna 2022an de ligel 2 hezar û 77 kesan hatiye kirin.

Li gor encamên rapirsiyê di nav 7 salên dawî de wat ji sala 2015 û heta 2022an AKPê rêjeya dengên xwe 12.5 puan kêm kiriye.

Guherîna rêjeya dengên partiyên siyasî li gor 7 salan wiha ye:

AKP

Mijdar 2015: %43.5

Kanûn 2022: %31

CHP

Mijdar 2015: % 21.6

Kanûn 2022: % 20.7

MHP

Mijdar 2015: % 9.4

Kanûn 2022: % 6.1

HDP

Mijdar 2015: % 10.1

Kanûn 2022: % 9.5

İYİ Partî

Cotmeh 2017: % 6.9

Kanûn 2022: % 10.5

Bêbiryar, dengên protesto

Mijdar 2015: %13.6

Kanûn 2022: %15.9

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst