HDPê dosyeya şaredarekî xwe şande dîsîplînê

02-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dosyeya Şaredarê Gêlê yê Amedê Mustafa Akkul ku li şûna wî qeyûm hatiye diyarkirin, bi daxwaza tekez a derxistina ji partiyê ji bo lijneya dîsîplînê ya navendî ya partiyê şand.

Di daxuyaniya HDPê de ku li ser hesabê fermî yê partiyê yê di tora civakî ya Twitterê de hatiye belavkirin, tê gotin ku Akkul ji ber "helwest, tevger û axaftinên ku li dijî polîtîkayên partiyê û regezên rêveberiyên herêmî ne" bi daxwaza tekez a derxistina ji partiyê sewqî lijneya dîsîplînê ya navendî hatiye kirin.

Hat ragihandin, piştî pêvajoya dîsîplînê ya derbarê Mustafa Akkul de bi dawî bû dê hûrgiliyên mijarê û encam bi raya giştî re bê parvekirin.

Mustafa Akkul, beriya 3 mehan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû desteserkirin û, di Adara 2020an da bi îdiaya endamtiya "rêxistina terorê" hatibû girtin û li cihê wî jî qeyûm hatibû danîn.

Akkul piştî 3 mehan ji girtinê, hatibû berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst