Davutoglu: Desthilat dibêje 'nirxan erzan bikin' lê ew bixwe giran dike

02-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser bihakirinên dawî rexneyên tund li desthilatê girtin û got: “Desthilata durû ji herkesî re dibêje  dolar daketiye, nirxan erzan bikin, lê desthilat bi xwe nirxan zêde dike.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twiterê vîdeoyek belav kir û tê de derbarê bihakirinên dawî yên li Tirkiyê de nerazîbûn nîşan da û rexneyên tûnd li desthilatê girtin.

Destpêka sala 2022ê bihayê gelek tiştan ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve hat girankirin. Li beramber girankirina nirxan Davutoglu nerazîbûn pêşan da û got: “Ev bihakirin bi eql û lojîk nayên ravekirin. Di sala nû de dê desthilata ku kevin bûye biçe." Bi gotina  Davutoglu “desthilata durû” ji herkesî re dibêje dolar daketiye, nirxan erzan bikin, lê desthilat  bixwe nirxan zêde dike. 

Ev gotin û rexneyên Serokê Partiya Pêşerojê di demekê de ne ku li Tirkiye û Bakurê  Kurdistanê bi destpêka sala 2022ê bihayê her lîtreyeke benzînê 68 quruş, mazotê lîreyek û 29 quruş û LPGê jî 78 quruş hat zêdekirin.

Herwiha  bihayê elektirîkê derdora ji sedî 52 heta ji sedî 130 û bihayê gaza xwezayî ji sedî 25 heta ji sedî 50 hat zêdekirin. Ev yek ji bilî bihakirinên ku di bacên otomobîl, pasaport, rê û çendîn warên din de hatine kirin.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu dibêje: “Desthilat ji bo kêmasiyên xwe qerebû bike nîvê şevê, dema herkes bi hêvî û şadiya ketina sala nû bûn, bi bihakirinên zêde yên di hemû waran de cîhana me hemûyan tarî kir. Ew bihakirinên di benzîn, mazot, elektirîk, gaza xwezayî û piran de hatine kirin, bi ti eqil, lojîk û hesta dadweriyê nayên ravekirin. Desthilata ku îdia dike enflasyon ji sedî 20 e, bi bihakirinên derdora ji sedî 20 heta sedî 50 pişta welatiyan şikand. Ev tablo nezanî û nejidiliya desthilatê pêşan dide. Ev yek ji her kesî re gotin; madem dolar daket, divê ligel dolar bihakirin jî ji holê rabin û bang, li market, kompanya, esnaf û herkesî kirin ku nirxan erzan bikin. Polîtîkayên dû rû yên desthilatê careke din eşkere bûn. Desthilata ku bi hinceta daketina dolar ji herkesî re digot nirxan erzan bikin, bi xwe dest ji daketina dolar berdin, bi bihakirinên ku bi ti aqilekî nayên ravekirin, careke din dûrûtiya xwe derxist holê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst