ÎDIA – Bûdceya HDP ji xezîneya Tirkiyê werdigire tê qutkirin

02-01-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakriin ku dê li gorî madeya 68ê ya destûra Tirkiyê, beşê bûdceya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya ku ji xezîneya Tirkiyê tê, dê bê qutkirin.

Piştî ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî daxwaza girtina HDPê kir û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behsa avakirina opozîsyonekê di nava Kurdan de kir, mijara girtina HDPê yan jî cezakirina wê her di rojevê de bûye.

Li gor medyaya nêzîjî hikûmeta Tirkiyê, eşa bûdceya HDPê ya ji xezîneya Tirkiyê wedigire, dê li gorî madeya 68ê ya destûrê ya bi hukmê “nabe partiyên siyasî ji bo tawanan teşwîqê bike” were qutkirin.

Li gorî bûdceya 2021an a Tirkiyê, dê HDP 57 milyon û 550 hezar lîreyan ji xezîneya dewletê werbigre û biryar e her vê demê wî rêjeya pare radest bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst