Parlamenterê Partiya DEVA: Nasnama Şirnexiyan nayê qebûlkirin

02-01-2021
RÛDAW
Nîşan Mustafa Yeneroglu Partiya DEVA Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlameterê Partiya DEVAyê Mustafa Yeneroglu dibêje, “Nasnama Şirnexiyan nayê qebûlkirin.”

Mustafa Yeneroglu, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) dibêje, li Tirkiyê Kurd jî û Tirk ji ber ku Tirkiye ji demokrasî û hiqûqê dûrdikeve heman êşê dikşînin.

Mustafa Yeneroglu derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de ji Rûdawê re ragihand ku ew bi çavê aliyekî Tirkiyê nêzikî meselê nabin û got, “Em di wê baweriyê de ku ev nêrîn xelet e. Bi ya me pirsgirêka herî giring binpêkirina hiqûq û demokrasiyê ye.”

Yeneroglu dibêje, “Pirsgirêka hemû pêkhateyên etnîkî yên li Tirkiyê dijîn yek e, ew jî ji ber ku Tirkiye her diçe ji demokrasî û hiqûqê dûrdikeve vê êşê dikşînin. Ji ber vê yekê divê pêşî li ser vê yekê bisekinin. Îro pirsgirêka li Tirkiyê, pirsgirêka wekheviyê ye.”

Yeneroglu amaje bi wê dike, pirsgirêka Kurdên Şirnexê û pirsgirêka bêkarekî li Edîrneyê yek e. Tenê xuyabûna wan cuda ye û got, “Nasnama birayên me yên li Şirnexê nayê qebûlkirin. Hevalê me yê din jî rastî cudakariyê tê, lewma meseleya sereke ya Tirkiyê cudakarî ye ji ber ku demokrasî di dewletê de bicih nabe û wekhevî pêk nayê.”

Yeneroglu pirsgirêka Kurd li Tirkiyê di çarçova tênegihiştina demokrasiyê û newekheviyê de dinirxîne û dibêje, “Ne Kurd li pey cudakirina pozîtîv in ne jî yên din. Daxwaz ew e ku cudakariyê ji holê bê rakirin. Peyama ku em li Amed û Trabzonê didin dê weke hev be.”

Mustafa Yeneroglu roja 30ê Cotmeha borî ji AK Partiyê îstîfa kiribû. Yeneoglu, li parlamentoya Tirkiyê di konferanseke rojnamevaniyê de li parlamentoya Tirkiyê gotibû, baweriya wî bi wê yekê nîne ku partiyek bi redkirina Kurd û Elewiyan bimîne.

Yeneroglu, di dema êrişa li ser geştyarên Kurd li bajarê Trabzona Tirkiyê, danîna qeyûman li ser bajarên Kurdan û herwiha li hemberî êrişa li ser welatiyekî Kurd ê 75 salî bi hinceta ku bi Kurdî axiviye li bajarê Çanakkaleyê, nerazîbûna xwe nîşan dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst