Figen Yuksekdag: Bila kerem bikin bên!

Navenda Nûçeyan – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan bersiva daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a derbarê rakirina parêzbendiya Hevserokên HDPê de da û got, bila kermkin bên.

Parlamentera Wanê û Hevseroka HDPê Figen Yuksekda li Wanê beşdarî konferansa HDPê ya "Em ji îro ve siberojê ava dikin" bû û tê de gotarek pêşkêş kir.

Figen Yuksekdag wiha got: “Niha bi tirs û xofeke mezin hewl didin destûra bingehîn a li dijî gel çêbikin. Serokomar ji bo dosya xwe ya sûcên kiriye binixumîne, bi tirs hewl dide destûra bingehîn çêbike.

Yuksekda amaje kir ku partiyan wan di nava van şert û mercan de bi gelên Tirkiyeyê re têkoşîna ji bo rejîmeke demokratîk a nû û destûreke bingehîn a demokratîk bi rêyên rewa û demokratîk dimeşînin.

Herwiha Yuksekdag destnîşan ew jî Recep Tayyip Erdogan agahdarbûye 163 lêpirsîn derbarên wan de hatine destpêkirina û wiha got:

“Me di nava vê demê de daxwazên rewa û demokratîk ên gelê xwe di nava her şert û mercî de parast û em ê her biparêzin. Bi 80 parlamenteran re em çûn û ji bo rakirina mafê parêbendiya parlamenteriyê me daxwazname pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kiribûn. Ew daxwaznameyên me hînê li wir in. Kerem bikin weirn. Ti tirsa me nîne."

Serokomar Tayyîp Erdogan gotibû: “Daxuyaniyên Hevserokên HDPê Selahatin Demîrtaş û Figen Yuksekdag, li gor Qanûna Bingehîn sûc e. Pêvajoyeke bi betalkirina parêzbendiya wan, ji aliyê têkoşîna li dijî terorê, dê ji bo welatê me erênî be”.