Li Muglayê 108 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Bodrûm, Marmarîs, Dalaman û Datçayê yên parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê, îro 108 koçber hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Mûglayê bi armanca rêgirîkirina qaçaxçitiya koçberan li navçeyên Bodrûm, Marmarîs, Dalaman û Datçayê yên li ser sînorê Deryaya Egeyê operasyon kirin.

Di operasyonan de 108 koçberên ku di dixwestin bi rêya Deryaya Egeyê derbasî Ewropayê bibin hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê piştî karên yasayî koçberan radestî Saziya Îdareya Koçê ya Muglayê kir.