Li Mersînê 4 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsusê ya parêzgeha Mersînê ya Tirkiyeyê bi “hinceta propagandaya PKKyê” 4 kes hatin desteserkirin.
Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Mersînê, bi hinceta ku li ser torên civakî “propagandaya PKKyê” kirine û salên 2014 û 2016an beşdarî “çalakiyan” bûne ji bo desteserkirina 4 kesan “operasyon” kir.
Di operasyona ku 60 polîs beşdar bûn û drone hatin bikaranîn de polîsan deriyê malan şikandin û ketin hundir.
Di operasyonê de 4 kes hatin desteserkirin û ji bo Rêveberiya Ewlehiyê ya Mersînê hatin birin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.