Hulusî Akar û James Jeffrey civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê û Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê civiyan.

Di demekê de ku operasyoneke nû ya bejayî ya Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ye, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Nûnerê  Berê yê Amerîkayê yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey li Enqerê civiyan.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, îro Pêncşemê 1ê Berfanbara 2022an Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li Enqere ya paytexta Tirkiyê, bi Nûnerê berê yê Amerîkayê yê Taybet Bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey re civiyaye.

Li gor daxuyaniyê civîn li avahiya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê pêk hatiye û derbarê naveroka civînê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Ev civîn di demekê de ye Tirkiyê di van demên dawî berdewam gefa operasyoneke bejayî bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên li Sûriyê di jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dixwe.

Bi vê armancê jî roja 20ê Mijdara 2022an êrîşa asmanî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê bi operasyoneke bi navê Pençe-Şûr dest pê kir. Serokkomarê Tirkiyê roja Duşemê 21ê Mijdarê ragihand ku ne merc e operasyon tenê esmanî be.

Tirkiye bi îdîaya parastina asayîşa sînorên xwe ji terorê wan êrîşan pêk tîne û dibêje, pêdivî bi mohleta ti welatekî din nîne û bo parastina sînorên xwe li ser avêtina pêngavên yekalîker berdewam dibin.