Bikujê Kendal Yildiz hat girtin

01-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kesê ku ciwanê Kendal Yildiz (16)  li navçeya Fatîh a Stenbolê kuştî hat girtin.

Kendal Yildiz ê ku ji bo xebatê ji Amedê çûbû Stenbolê û di kebabfiroşekê de dest bi kar kiribû, di şeva 19ê Mijdarê de dema ku li Fatîhê diçû mala pismamên xwe, 2 kesên bi motorsîkletê gule berdabûn wî û paşê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû.

Tîmên polîsên ku li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin, dîmenên kamerayên ewlehiyê yên derdorê şopandin û îfadeyên şahidan girtin.

Polîsan, gumanbarên bi motorsîklet B.G. û Y.E. tespît kirin.Di encama lêkolînan de Y.E. hat desteserkirin.

Çeka ku di bûyerê de hatibû bikaranîn di avahiyeke xirabe de hat dîtin.

Dayîka Kendal Yildiz ji Rûdawê re diyar kir ku  B.G.yê ku gule reşandiye hat desteserkirin.

Derket holê ku ti eleqeya Kendal Yildiz bi kesên ku gule berdane re tune ye û ji ber gulereşandina bêserûber jiyana xwe ji dest daye.

Dayika Kendal Yildiz jî diyar kir ku ji ber ku gumanbar hatiye girtin ew gelekî kêfxweş e û wiha got: "Jixwe tenê daxwaza min ew bû ku kujer were girtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst